Hevjîna Mervan Bergusî pişgirî ji Trump xwest

Hevjîna lîderê Filistînî yê girtî Mervan Bergusî, Fadwa Bergusî ji bo berdana hevjînê xwe bang li Serokê DYE’yê Donald Trump kir.

Fadwa Bergusî daxuyanî da û got, "Birêz Serok, şirîkek we yê rastîn li benda we ye. Em dikarin bi hev re xewna aştiyek dadwerî û mayînde li herêmê pêk bînin."

Fadwa Bergusî diyar kir ku azadiya hevjînê wê, wê ji bo aştî û azadiya gelê Filistînê gaveke girîng be û ji Trump daxwaz kir ku di vê mijarê de gav bavêje.

Mervan Bergusî ji sala 2002’yan vir ve li Îsraîlê bi cezayê muebbetê tê girtin. Bergusî ji ber rola wî ya di Întîfadaya Duyemîn de tê darizandin û demek dirêj e wekî şûngirê Serokê Filistînê Mehmûd Abbas tê dîtin.

Hikûmeta Îsraîlê di 10’ê Cotmehê de ragihand ku Bergusî wê di çarçoveya guhertina dîl-girtiyên Xezeyê de neyê berdan.

Her wiha Serokê DYE’yê Trump, ji kovara TIME’yê re axivî û anî ziman ku Îsraîl wê "biryara” berdan an jî ne berdana Bergusî bide. Wezîrê Derve yê DYE’yê Marco Rubio diyar kir ku di vê mijarê de pêşketinek nû tineye.